Tîrmeh 11, 2020 10:31 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî û Kenneth McKinsey hevdîtin pêk anîn

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlum Ebdî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê general Kenneth McKinsey hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlum  Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek weşand.

Ebdî got: "Me hevdîtinek bi fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê general Kenneth McKinsey re pêk anî.

Me gelek dozên hevbeş,  jê wan şerê li dijî DAIŞ'ê, tunekirina xeteriya terorê ya ku cîhana me tehdîd dike û pêkanîna aştiyê li herêmê nîqaş kirin. Em desteka domdar a ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya şerê li dijî terorê û pêkanîna ewlehiyê de pêşkêş dike gelekî baş dinirxnin."

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê general Kenneth McKinsey duh gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

7'ê Tîrmehê fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Hêzên Rûsî yên li Sûriyê general Alexander Chayko hevdîtin kirin.  Herdu aliyan binpêkirina Tirkiyê ji peymana 23'yê Cotmehê û qetilkirina sê jinên çalkvan li Kobanê nîqaş kirin.

Ebdî diyar kir ku wan bi Rûsyayê re li ser bilindkirina asta xebata hevbeş li hev kirin