Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewba vîrûsa Koronayê (Covid-19), rêzetedbîr girtin û destnîşan kir ku ji ber ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîran pandemî zêde bû, ew pêngav pêk hatin. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek bi hejmara 70’yan da ku li gorî wê tevahiya dergehên sînor têne girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di biryarê de rêzetedbîrên xweparastinê li dijî belabûna vîrusê hatin destnîşankirin. Li gorî navaroka biryarê;
1- Tevahî dergeh ji duşemê (13.07.2020) ve bi temamî têne girtin.
2- Ji 13.07.2020`an ve kesên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, dê heta 14 rojan bikevin Qerentînayê.
3- Ji ber pandemiya Koronavîrusê, nabe tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.
4- Divê rêgeza dûrketina ji hev li cihên olî, konên sersaxiyê, şahî û civînên mezin pêk were.
5- Tenê xwendekar ji vê biryarê heta ku ezmûnên xwe bi dawî bikin, têne îstîsnakirin. Lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bêne girtin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî pandemiya Koronavîrusê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîranê de berbelav bû, ev biryar dan.