Hezîran 27, 2020 11:13 Asia/Tehran
  • Bakurê Sûriyê; Çeteyan li El-Babê 30 hektar zevî şewitandin

"Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundên rojavayê Babê 30 hektar zeviyên çandiniyê dan ber êgir."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê duh nîvro zeviyên genim û darên zeytûnan ên gundên Sikeriyê û Kirêdiyê yên rojhilatê bajarê Babê dan ber êgir.

Şêwat ji sê aliyan ve bi dirêjahiya 3 kîlometreyan berfireh bû û zeviyên gundên Til Torîn, Cebla, Hemra û Bûweyhicê da ber xwe.

Li gorî agahiyan 30 hektar zevî di nav de 2 hezar û 500 darên zeytûnan û terektorên çandiniyê yên şêniyan şewitînin.

Tîmên agirkujiyê yên Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê bi hevkariya şêniyan şewat vemirandin."