Hezîran 24, 2020 18:07 Asia/Tehran
  • ENKS:

Berpirsê Ofîsa Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di axaftinekê da tevî amajeya bi binpêkirina mafên mirovan li navçeyên Efrîn, Serîkanî û Girê Sipoî ji aliyê çekdarên bin sîvana piştgiriya Enqerê, Tirkiye wek berpirsa vê binpêkirinê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Berpirsê Ofîsa Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) Rizwan Seydo di axaftinekê da tevî amajeya bi amadekirina dosyeya binpêkirina mafên mirovan li navçeyên Efrîn, Serî Kanî û Girê Sipî ji aliyê vê konseyê va got: "Bi zûtirkê ev dosye bo rêxistina navneteweyî ya Çavdêra Mafên Mirovan û Rêxistina Lêborandina Navneteweyî dê were şandin. Hêzên bin fermana Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê va tên piştgirîkirin, bi kiryarên ne mirovî li van navçeyan cinayetêîn cengê pêk anîne. Nemaze li Efrînê tevkujî pêk anîne."

Li gorî nivîsîna ajansa nûçeyan a KRD Newsê, Seydo di dewama gotinên xwe da anî zimên ku: "Derbarê kiryarên van çekdaran komîteyek hatiye damezirandin ku kiryarên xwe didomîne. Tevahiya kiryarên nemirovane û binpêkirina Mafên Mirovan belgewar dike û hevrê digel belge û şehediyan radestî rêxistinên navneteweyî dike. Di binpêkirina mafên mirovan ji aliyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê va, Tirkiye jî berpirs e. Tirkiyê nekariye berpirsiyariyên xwe di warê ewlehî, aborî û civakî cih bîne."