Hezîran 03, 2020 11:06 Asia/Tehran
  • Tirkiyê para Sûriyê ya ava Firatê kêm kiriye; Jiyana şniyan di xeterê da ye

Dewleta Tirkiyê para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm kir. Di encamê de asta ava çemê di axa Sûriyê de kêm bû. Bikaranîna ava golên bendavan jî dê gelek zehmetî û astengî bi xwe re derxîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Mudirê giştî yê Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendavên Sûriyê ye Mihemed Tarbûş got, eger dewleta Tirkiyê kêmkirina asta ava çemê Firatê bidomîne, dê havîna îsal li herêmê dijwar be dê gelek zehmetî derketin.

Tirkiyê avê wek çekek li dijî sûriyan bikar tîne. Ev pirsgirêk mijara peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, her wiha kêmbûna saetên derxistina kehrebeyê û hilberîna zeviyên li ser beravên çemê tehdîd dike.

Li gorî lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ya sala 1987`an, divê Tirkiyê av bi rêjeya 500 mître kabik di her saniyekê de bide Sûriyê û para Iraqê jî ji sedî 60 ji wê miqdarê ye. Lê ev rêje niha di navbera 150 heya 200 mître kabik de di her saniyekê de maye.

Tarbûş anî ziman : "Niha em kehrebeyê bi rêya ava golan derdixînin. Ji ber ku miqdara avê ya ku Tirkiyê diherikîne kêm e. Lê ev pirsgirêk di pêşeroja nêz de li ser bedeneya bendavê xeter e. Her wiha mijara peydakirina kehrebeyê di du mehên bê de."

Rêxistina "Human Rights Watch" raporek weşand û tê de behsa paşguhkirina desthilatên Tirkiyê di peydakirina avê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir. Ligel belavbûna pandemiya Koronayê li cîhanê, ev pirsgirêk li ser jiyana şêniyan xeter e.Li Tirkiyê 6 bendav ava çemê Firatê li paş xwe digirin beriya ku derbasî Sûriyê bibe. Di nav de duyemîn bendava herî mezin a Rojhilata Navîn Bendava Ataturk a ku 48 milyar mître kabib av li paş xwe depo dike.