Hezîran 01, 2020 22:17 Asia/Tehran
  • Erebeyek bombebarkirî li Herêma dagîrkirî ya Efrînê teqiya

SANA Newsa Sûriyê Duşemiyê bi şev ragihand ku erebeyeka bombebarkirî li navçeya Cindîrisê ya ser bi Herêma Efrînê li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê qewimiye.

SANA Newsê ragihand kudi encama vê teqînê da çend kes jî birîndar bûne.

Herêmam Efrînê ya pêkhatî ji navçeya Efrînê û çend navçeyên din ji wan Cindîrisê di bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û komên çete û têrorîst ên ser bi Enqereyê da ye.

Li pey dagîrkeriya Tirkiyê, carcaran erebe û motorsîkletên bombebarkirî li wê navçeyê tên teqandin.

Aniha hin navçeyên bakurê Sûriyê di bin dagîrkeriya Tirkiyê da ne.

Artêşa Tirkiyê di sê salên bihurî da bi caran destdirêjiya ser axa Sûriyê kiriye.Tirkiye ji piştgirên sereke yên komên têrorîst li Sûriyê ye.