Hezîran 01, 2020 18:40 Asia/Tehran
  • Partiyên Yekitiya Nîştimanî: Bi hebûna Tirkiyê re aloziya Sûriyê çareser nabe

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê kiryarên Dewleta Tirkiyê ên ku li herêma Efrînê pêk anîne şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dawiyê li dagirkeriya Dewleta Tirkiyê bîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên parastina mafên jinan kir ku sûcên Dewleta Tirkiyê ên li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Dewleta Tirkiyê li pêş çavên cîhanê hîn jî li dijî Kurdên li Sûriyê planên xwe dimeşîne, nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiye bi armanca guhartina demografiya dîrokî ya van herêman qetilkirin, talankirin û îşkencekirina sivîlan pêk tîne û navên dever û saziyan dikin tirkî.

Di heman demê de em kiryarên hovane şermezar dikin û ji raya giştî ya Kurd, nîştimanî û cîhanî re piştrast dikin ku heta wê demê ku artêşa Tirkiyê li ser xaka me be dê aloziya Sûriyê çareser nebe, di heman demê de erd û namûsa me ye, ne cihê bazaran e, lewma em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku artêşa Tirkiyê ji xaka me derxînin, zilma li ser tevahiya gelan rakin û bang li rêxistinên parastina mafên jinan dikin ku divê bi erka xwe rabin û binpêkirinên li dijî jinan li pêşberî dadgehên navneteweyî eşkere bikin.