Hezîran 01, 2020 11:20 Asia/Tehran
  • 'Tirkiye me û rizqê me dike armanc'

Cotkarên gundên nêzî sînor ji ber kiryarên artêşa Tirkiyê ditirsin musimê xwe rakin. Cotkar dibêjin, erdên wan jêdera debara wan in, lê artêşa Tirkiyê wan û rizqê wan dike armanc.

 

Li gorî rapora Hawar Newsê, artêşa Tirkiyê çi kesên nêzî erdên xwe yên li herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê dibe, dike armanc.

Beriya niha welatiyê bi navê Mihyedîn Abdullah ê ji gundê Dêrûna Axê yê navçeya Girkê Legê, dema diçû ser erdê xwe ji aliyê artêşa Tirk hate gulebarankirin  û jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku têkilarî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymanî hate mohrkirin lê dîsa jî artêşa Tirkiyê hevpeymaniyê binpê dike. Agir bi zadên sînorên herêmên nêzî sînor dixîne, cotkarên diçin musimê xwe biçînin dike armanc û herêmê toparan dike.

Tevî ku îsal polîsên Rûsya û Amerîkayê nêzî sînor dewriyeyan bi rê ve dibin, lê dîsa jî şênî newêrin nêzî erdên xwe bibin.

Welatiyê bi navê Xelîl Abdî yê ji gundê Kêl Hesnak ê ku 15 km dikeve bakurê-rojavayê navçeya Tirbespiyê diyar kir ku di salên derbasbûyî de dewleta Tirkiyê hilberînên gund şewitandin û îsal jî cotkaran dike armanc, lewma şênî ditirsin musimê xwe rakin.

Xelîl Abdî da zanîn ku şênî tenê dema çinîn an jî çandina erdên xwe nêzî sînor dibin, hêzên leşkerî ji aliyên wan ve tune ne, lê dîsa jî artêşa Tirkiyê kiryarên der-mirovî pêk tîne. Xelîl Abdî bang li dewletên koalîsyonê û Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabin.

Welatiyê bi navê Şêxmûs Sadûn jî axivî û got:"Ji ber artêşa Tirkiyê sivîlan dike armanc, rewşa gundên nêzî sînor xetere ye, em heta zehmetiya anîna avê ji kaniyên gund jî dikişînin."

Şêxmûs Sadûn bal kişand ku ji ber dewleta Tirkiyê berdewam êriş dike hilberînên wan zirar dîtine, ji ber ku wan nekarîn semadê bi ser zeviyan bireşînin. Şêxmûs Sadûn bi lêv kir ku jêdera sereke ya rizqê wan erd e lê artêşa Tirkiyê rizqê wan dike armanc.23’ê Tîrmeha 2018`an û 21’ê Hezîrana 2019`an dewleta Tirkiyê agir bi zadê gundê Kêl Hesnak xist û di dawiyê de bi dehan hektar û bexçe şewitîn.