May 28, 2020 04:16 Asia/Tehran
  • Li Idlibê cebilxane teqiya: 6 çete hatin kuştin

Li Idlibê cebilxaneyek teqiya û di encamê de 6 çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê Idlibê gerîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li gundê El-Tîbat ê nêzî herêma Xesaniyê ya bejahiya rojavayê Cisir Şixûr depoyeke teqemeniyan a Partiya Îslamî ya Tirkistanê teqiya.

Balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin û SOHR`ê sedema rûdana teqînê diyar nekir. SOHR`ê piştrast kir ku 6 çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê hatin kuştin, çend çete jî birîndar bûn û muhtemel e hejmara kuştiyan zêdetir be.

Birêvebirê SOHR`ê Ramî Abdurehman ji AFP`ê re diyar kir ku her şeş çete girêdayî Partiya Îslamî ya Tirkistanê ne û got: "Em sedema bombebarana asîmanî nizanin, lê di demeke wiha de pêk hat ku balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê herêmê digeriyan.”

Koma çeteyan a Partiya Îslamî ya Tirkistanê ji beriya çend salan ve li kêleka çeteyên Ehrar El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) şer dike û li herêma Cisir Şixûr bi cih bûye. Tê zanîn ku çeteyên Ehrar El-Şam nîvê herêma Idlibê kontrol dikin.