May 27, 2020 18:19 Asia/Tehran
  • 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin

94 rewşenbîrên Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin polîtîkayên dagirkerî û qirkeriya ya Tirkiyê û xwestin êdî hêza xwe ji axa Efrîne vekişînin.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, 94 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Efrînê ku Ebdula Şikakî, Cemîl Reşîd, Mihemed Bilko, Xelîl Xemgîn û Rohan Mistefa jî di navê de ne, bi sernavê "Efrîn... Qîrîna Zeytûnê" bal kişandin ser dagirkerî û qirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê. Rewşenbîrên Efrînê destnîşan kirin ku dermankirina birînên Efrînê berpirsiyarekî dîrokî ye. Banga hevpar a rewşenbîrên Efrînê wiha ye: "Dagirkirina Efrînê derbasî sala sisiyê bû, bê tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike.

Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçkirin li kampên penaberî, gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûrî yên din şerpeze ne, her wiha zextên li ser şêniyên Efrînê yên di hundirî herêmê de mane, berdewam dike da ku wan jî koçber bikin û ji malên wan derxînin. Tê zanîn ku hikûmeta Enqerê komên çeteyan ên pê şer kirine, bi talankirina Efrînê xelat kirine, wan jî hemî kerb û kîna xwe lê bi kar anîne heta ku gîşt pileyekê ku Efrîn weke devereke derve hemî zagon û nirxan bûye. Lê reftarê girûpên pêxwas desthilatdar e, ku kuştinê belav dikin û pir caran jî xwe bi xwe, li ser parên dizî û talanê şerê hevdu dikin. 

Dengên ji hundir derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de reha bikin, tiştê ku li wir diqewime jenosîd û dawîhanîna hebûnê ye. Ango hemî rengên binpêkirin û zêdegaviyan tê bikaranîn, ji tawankariyên kuştinê, revandin, girtina bi zorê, xwestina fidiyeyan, bi ser de jî kesek nizane çi li baregehên ewlehî û girtîgehên taybet diqewime. Gelek tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin û êdî nema şêniyên deverê yên resen bi aramiyê hest bikin ne li kolanan û ne jî li malan û bi awayekî bêrawestan desteserkirin û qewitandina xwediyên xaniyan berdewam dikin. 

Li jêr destê dagirkeriyê de, dîmenê cendekekî li çolê, kesek di mala xwe de hatibe kuştin yan serjêkirin, mêr yan jin be, bi awayekî normal derbas dibe, her wiha bûyerên derîşikandina malan bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye diyarde. Li Efrînê, şivanên dagîrkeran bi ser xwediyên zeviyan ên navsal de diqêrin û dibêjin: 'ev zevî milkê meye… divê tu jê derkevî', lê gava ew li ber xwe dide, tê şehîdkirin weke gelek navsalên din, ji ber wê hêja ye em bi bîr bînin ku armancgirtina kal û pîran, armanckirina dawîtirîn xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybetmendiya Efrînê ve ye. 

Tiştê ku li Efrînê diqewime jenosîdeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin. Turkkirina deverê bi rêya sepandina zimanê turkî tê kirin, her wiha bawerîyên cuda tên çandin û ji aliyekî din ve îslamîkirin di metiryalên xwendinê de, li gor rêbaza rêxistina Îxwan El-muslimîn tê ferzkirin. Di vî warî de mezelên olî, goristanên musilman û Êzdiyan serûber, bi tawanên kafirkirin û bêolderxistinê tên herifandin û dizîn. 

Guhertina demogirafî, ne encama dagirkirinê ye, lê ev proje yek ji armancên herî sereke yên dagirkirinê ye, tê xwestin bi rêya koçkirinê re dever ji şêniyên wê were valakirin û yek ji nîşanên wê ew bû , gava ku asta êrîşên ser herêmê gur dibûn ala Tirkiyê li ser dezgeh û avahiyên fermî hat bilindkirin û dagirkirin hat ragihandin û ji hinge ve, roj bi roj demogirafiya herêmê tê guhertin. Ango dagîrkeran bi hejmarên zêdetir tînin deverê û di malên şêniyên deverê yên resen de tên niştecîkirin û ewên ku di malên xwe de mane jî, jê tê xwestin ku kirêya malên xwe bidin çekdaran! Ji debara jiyanê, heroj pilana lêtengkirin, perîşankirin û birçîkirina bi mebest, berdewam dikin, ev pilan jî di rêya sepandina bac, tehsîldariyên ne dadmend, desteserkirina malûmilkan, hilkirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş ji daristanan re tê cîbicîkirin, her wiha av ji bendava Meydankê bo wîlayeta Rêhaniyê tê dizîn. 

Hikûmeta Enqerê di dema standina biryara şer de, ne tenê amadebaşiyên leşkerî hazir kiribûn, lê wê nexşeyên pêşwext bi gir û cîgehên şûnwarî jî amade kiribûn û bi taybet ewên tê pêşbînkirin ku gewher û terwendeyên dîrokî tê de hene. Li jêr destê dagîrkeriyê, pêvajoyên sîstematîk bo kolan û vekolana li dehên cîgehên dîrokî berdewam dikin û jê parçeyên şûnwarî û antîka hatin derxistin û bo Tirkiyê hatin şandin. Bê guman ev gav bi mebesta jinavbirina nasnameya dîrokî û çandî ya deverê ne. 

Em weke kesayetên rewşenbîrî û akademîsyan ên ku îmaza xwe dane ser vê bangewaziyê, li ser navên xwe her wiha li ser navên bi hezaran kesên ku têkilî bi me re kirine, ewên ku niha li hundirî Efrînê, li kampên Şehba û bajarên din dimînin û ji ber ku baweriya me heye, doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike. Ango tê naskirin ku doza Efrînê beşeke ji doseya Kurdî di nav pêngava çareserkirina kirîza Sûrî de, wê lomê, em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin.

 Îro, ji hemî hêzên Kurdî yên siyasî, rewşenbiran, şarezayên zanistî, xwediyên pênûsên azad bi rengên xwe yên ramanî, tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hundir û kampanên penaberî û koçberiyê de, helwesteke rijd û zelal bidin, ji çarçova gotarên têyorîk derkevin û bersiva pirsên şêniyên Efrînê li ser çarenivîsa deverê, bi awayekî yekser bidin, rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin dîtin, her wiha çareyek ji êşa şêniyan re bê danîn, ji xwe van hêzên siyasî, ev erk hildane milên xwe û xwe wek nûnerên gelê Kurd didin naskirin, loma behaneyên paşxistinê nema tên pejirandin. her wiha em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, her wiha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe, her wiha divê çarenivîsa bi hezaran kesên binçavkirî were aşkerekirin, kar li ser azadkirina girtiyan were kirin, hemî tawankar werin sizakirin û malbatên qurbaniyan werin qerbokirin."