Dewama pêşketina artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/siyasî-i270483-dewama_pêşketina_artêşa_sûriyê_li_hemberî_terorîstan
Hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li hemberî terorîstan li rojhilata Humsê karîn gundê Wehabiyê ji destê terorîstên DAIş`ê azad bikin û derbên giran li terorîstan xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2017 13:05 Asia/Tehran
  • Dewama pêşketina artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li hemberî terorîstan li rojhilata Humsê karîn gundê Wehabiyê ji destê terorîstên DAIş`ê azad bikin û derbên giran li terorîstan xistin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li hemberî terorîstan li rojhilata Humsê karîn gundê Wehabiyê ji destê terorîstên DAIş`ê azad bikin û derbên giran li terorîstan xistin û parek pir ji terorîstan jî li derûdora navça El-Meqabir li Dêyrezûrê li rojhilata Sûriyê kuştin.

Gor nûçeyekî din Sûriyê; Artêşa Sûriyê li dewama operasiyona xwe ya dijî terorîstan li başûra rojhilata Rîfa Demişqê karîn navçên nû ji destê terorîstan azad bikin û navendên zêrevaniya li sînorê Sûriyê tev Urdinê ji destê terorîstan azad kirin.

Li van êrişên artêşa Sûriyê dijî terorîstan parek pir ji terorîstan hatine kuştin û hinek ji çek û sîlahên terorîstan jî hatine zeftkirin.

Artêşa Sûriyê li vê heftê navçên Qedîr Mehmûd û Wadî Mehmûd jî li sînorê Sûriyê tev Urdinê ji destê terorîstan azadkirin.