-
Dewleta Tirkiyê careke din ava çemê Firatê qut kir
Nîsan 18, 2022 07:15Dewleta Tirkiyê ji destpêka Nîsanê ve careke din ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.
-
Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar
Nîsan 18, 2022 05:40Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar ku eger dest ji dorpêçkirina navçeyên bin kontrola dewleta navendî ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê nekişînin, dibe ku Tirkiye careke din êrîşî ser kurdên Sûriyê bike.
-
HSDê derbarê nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe de daxuyanî da
Nîsan 17, 2022 18:28Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe ji aliyê Tirkiyê ve derewand. Tirkiyê ragihandibû 13 şervanên HSDê ku xwestine li herêma Operasyona Kaniya Aştiyê (Girê Spî û Serê Kaniyê) êrîşan pêk bînin, di berteka hêzên wan de canê xwe ji dest dane.
-
Li Heseka Sûriyê ji ber êrîşa droneke Tirkiyê 2 kes birîndar bûn
Nîsan 17, 2022 09:54Droneke artêşa Tirkiyê gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê ya ser bi herêma Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
-
Li Cerablusê jineke Kurd ji aliyê MÎT`a Tirkiyê ve hat revandin
Nîsan 17, 2022 04:34MÎT`a Tirk a dagirker jineke Kurd a ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî li bakurê rojavayê Sûriyê li bajarê Cerablusê revand.
-
Bakurê Sûriyê: Artêşa Tirkiyê êrişên xwe li ser Zirganê zêde kirin
Nîsan 16, 2022 08:41Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê êrişên xw li ser navçeya Zirganê zêde kirine, niha gundên Dada Ebdal û Eqriyê topbaran dikin.
-
Li Efrînê polîsên ser bi Tirkiyê gencekî Kurd girt
Nîsan 15, 2022 16:45Li gundê Şîxutka ser bi bajarokê Mabata ya Efrîna bakurê Sûriyê, polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê gencekî Kurd bi tohmeta peywdeniyê li gel YPGê girt.
-
Bergiriya asimanî ya Sûriyê li dijî êrîşan çalak bû
Nîsan 15, 2022 07:18Bergiriya asimanî ya Sûriyê berbanga Înê li dijî armancên êrîşker li ser derdora Şamê çalak bû.
-
Derxistina karwanê leşkerî yê Amerîkî ji aliyê xelkê gundekî li rojhilatê Sûriyê
Nîsan 14, 2022 16:03Şêniyên gundê El-Quseyr ê herêma Qamişlo ya Sûriyê, karwanekî hêzên Amerîkî neçar kirin ku ji wî gundî derbas nebin.
-
Li Serê Kaniyê çeteyekî grûpa Hemze hat kuştin
Nîsan 14, 2022 11:55Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê, di navbera du kom ji çeteyên grûpa Hemze de şer û pevçûn derket û li gor zanyariyan çeteyek hatiye kuştin.