-
Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rabûn
May 28, 2022 10:30Şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagirkir bûye, li dijî dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û siyasetên wê şermezar kirin.
-
Li Efrînê, nêzîkî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê teqînek pêk hat 3 kes birîndar bûn
May 28, 2022 13:40Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê motorsîklêtek bombebarkirî li nêzîkî navenda hêzên Tirkiyê teqiya.
-
Tirkiyê û çeteyên wê navenda Zirgan û Til Temir û gundên wê topbaran kirin
May 28, 2022 12:42Artêşa Tirkiyê û grupên çete yên ser bi Tirkiyê ve êvara Înê navenda bajarokê Zirganê û gundewarên bajarê Til Temirê topbaran kir.
-
Rûsya: Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne
May 28, 2022 08:16Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254an li Sûriyê dimînin û destnîşan kir ku Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne. Daxuyaniya Lavrov wek rêdan ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê hat şîrovekirin.
-
Nadine Maenza helwesta welatê xwe ya li hemberî gefên Erdogan rexne kir
May 26, 2022 05:39Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya Amerîkayê ya berê Nadine Maenza helwesta “sist” a welatê xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: 'Hefteya Wêjeyî' li bajarê Qamişloyê hat ragihandin
May 26, 2022 05:36Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn dê 'Hefteya Wêjeyî' li dar bixe.
-
Deverên Şehba, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin
May 25, 2022 07:56Hêzên Tirkiyê gundewarê Şehba, Til Temir û Eyn Îsa bi dijwarî topbaran dikin.
-
Li Qamişloyê ji ber bahoza tozê 12 kes rakirin nexweşxaneyê
May 24, 2022 05:23Li bakûr û rojhilatê Sûriyê jî pêleke bahoza tozê dest pê kiriye û duh li bajarên Qamişlo û Hesekeyê û bajarokên derdorê tozbarîneke dijwar heye.
-
Îlham Ehmed: Tirkiye li dû jinavbirina hemû kurdan e
May 23, 2022 13:49Seroka Komîteya Cihanînê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) wek berteka li hemberî êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, armanca van êrîşan jinavbirina hemû kurdan û dagirkirina navçeyên kurdnişîn da zanîn.
-
Di kêmtirî 2 hefteyan de 10 welatî li Efrînê hatine revandin
May 23, 2022 12:20Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomîne. Di kêmtirî 2 hefteyan de 10 welatî hatin revandin û 70 dar hatin qutkirin.