-
HRE: Li Babê 7 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin
Hezîran 21, 2022 12:49Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêma El-Babê ya dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 çeteyên Artêşa dagirker a Tirkiyê hatine kuştin.
-
Lubnan, Sûriye û Misirê peymaneke gazê îmze kir
Hezîran 21, 2022 16:55Lubnanê tevî Sûriye û Misirê îro peymanek îmze kir ku li gorî wê dê salane 650 milyon metrekûb gazê di ser Sûriyê re ji Misirê veguhêzin Lubnanê.
-
Terorîstên Tehrîr El-Şamê bi dagirkirina çend gundên din xwe nêzîkî navenda Efrînê kirin
Hezîran 21, 2022 16:43Koma Terorîst a Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku Tirkiye jê piştgiriyê dike, piştî şer û prevçûnên bi grûpên din ên çete yên ser bi Tirkiyê re, hejmarek ji gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê xistin bin destê xwe û nêzîkî bajarê Efrînê bûye.
-
Gelê Sûriyê rê li ber hêzên terorîst ên Amerîkayê digire
Hezîran 21, 2022 11:55Niştecihên du gundên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê li derbasbûna karwanên hêzên terorîst ên Amerîkayê girtin.
-
Griffiths: Sûriye di bin metirsiya krîzeke mirovî de ye
Hezîran 21, 2022 10:19Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên mirovî hişyarî da li ser krîza birçîbûnê û nebûna ewlehiya xwarekê li Sûriyê.
-
Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD'yê
Hezîran 20, 2022 10:10Di 9. Kongreya PYD’ê de Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
-
Utubûsa hilgira leşkerên Sûriyê li ser rêya Reqa-Humsê kete ber êrîşeke terorîstî
Hezîran 20, 2022 09:34Çavkaniyên medyayî qala êrîşa terorîstî li ser utubûsa hilgira leşkerên Sûriyê li parêzgeha Reqaya vî welatî kir.
-
Koma terorîst a Heyet Tehrîr el-Şam rojava û başûrê Efrînê kontrol kir
Hezîran 19, 2022 08:50Terorîstên Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê û Ehrar el-Şam ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê kontrol kirin.
-
HSD: Serkirdeyekî DAIŞê li Hesekê hat girtin
Hezîran 19, 2022 05:19Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji aliyê hêzên wan ve serkirdeyekî DAIŞê li gundewarê Hesekeya Sûriyê hat girtin.
-
Çeteyên girêdayî Tirkiyê li bakurê Sûriyê ketin dor canê hev, di encamê de 22 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Hezîran 19, 2022 04:13Komên terorîst ên “El-Cebhe El-Şamiye” û “Ehrar El-Şam” ên girêdayî Tirkiyê, li parêzgeha Helebê ketin dor canê hev, di encamê de 22 ji wan hatine kuştin û birîndar bûn.