Destpêbûna operasiyona ramalîna mînan li ser rêya Dirbêsiye- Serêkaniyê bona hêsankirina vegera awareyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i358676-destpêbûna_operasiyona_ramalîna_mînan_li_ser_rêya_dirbêsiye_serêkaniyê_bona_hêsankirina_vegera_awareyan
Hevgavê hewldanên ji bo xweşkirina rê ji bo vegera Kurdên Serêkaniyê li navçeyên xwe, operasiyona ramalîna mînên li ser rêya Dirbêsiye û Serêkaniyê destpê bûye; Karek ku bi armanca vekirina rêyên têkiliyê, dabînkirina ewlehiya hatûçûna welatiyan û hêsankirina vegera zêde ji 80 hezar awareyan tê kirin.
(last modified 2026-06-29T15:25:14+00:00 )
Hezîran 29, 2026 16:32 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasiyona ramalîna mînan li ser rêya Dirbêsiye- Serêkaniyê bona hêsankirina vegera awareyan

Hevgavê hewldanên ji bo xweşkirina rê ji bo vegera Kurdên Serêkaniyê li navçeyên xwe, operasiyona ramalîna mînên li ser rêya Dirbêsiye û Serêkaniyê destpê bûye; Karek ku bi armanca vekirina rêyên têkiliyê, dabînkirina ewlehiya hatûçûna welatiyan û hêsankirina vegera zêde ji 80 hezar awareyan tê kirin.

Tîmên pûçkirin û komkirina mînên li ser rêya Dirbêsiye- Serêkaniyê û pêkanîna şerûmercên guncaw ji bo hatûçûna welatiyan, operasiyona ramalîna navçeyên tijî mîn didomînin û operasiyona ramalînê ji navçeya Esediyê ve destpê bûye. Anegorî raporan rêyên Til Temir- Serêkanî û Dirbêsî- Serêkaniyê di vê daiyê de hatine vekirin lê ji ber peratebûna mînan hîna jî hatûçûna di van rêyan de nepêkan e. Anegorî amara Komîteya Awareyan a Serêkaniyê, zêde ji 80 hezar aware li benda pêkhatina şertûmercên pêwîst ji bo vegera ewleh a li navçe û malên xwe anegorî xalên hevhatina 29`ê Çilê ne.