Liv û tevgerên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356385-liv_û_tevgerên_leşkerî_yên_amerîka_û_tirkiyê_li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê
Dezgeha Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku liv û tevgerên hevdem ên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne.
(last modified 2025-09-28T10:44:13+00:00 )
Îlon 28, 2025 12:06 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê

Dezgeha Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku liv û tevgerên hevdem ên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne.

Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di çend rojên buhurî de gellek helekopterên amerîkî li baregeha Xerbe Cîr li derdora Rimêlanê ser bi parêzgeha Hesekê,bûye danîne u jê rabûne, her wiha balafireke amerîkî ya hilgirê leşker, çekên giran û alavên leşkerî li wê baregehê rûniştiye û helîkopterên leşkerî jî li esmanê herêmê firîne. Ev baregeh ji navendên sereke yên  Amerîkayê li bakur-rojhilatê Sûriyê tê hesabê.

Dezgeha Çavdêra Mafên Merivan a Sûriyê her wiha ragihand ku karwan û kamyonên leşkerî yên curbicur yên Tirkiyê derbasî balafirgeha leşkerî ya Koyris li rojhilatê Helebê bûne. Ev liv û tevger hevgavê girêdana rêya Heleb-Reqeyê û rêyên ku ber bi bajarê Dêr Hafirê ve diçin pêk hatine û xalên kontrolê li deriyên sereke yên navçeyê hatine danîn. Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê  hevdembûna xurtkirina baregehên amerîkî li bakur-rojhilat û bicihbûna xurt a Tirkiyê li rojhilatê Helebê nîşana zêdebûna asta nakokiya leşkerî û ewlehiyê li van navçana zanî.