Bombebarankirina cebilxaneyên terorîstan li Idlibê
Balafirên şer ên Sûriyê cebilxaneyên têrorîstan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûriyê ragihandin: Balafirên şer ên Sûriyê cebilxaneyên têrorîstan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.
Ji aliyê din ve çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand: Ew nûçeyên ku komên terorîst ên çekdar bi rêya torên civakî û medyayên xwe bi armanca pêkanîna tirs û xofê di nava welatiyên derdora Şamê de belav dikin, derew in.
Vê çavkaniya leşkerî got: Nûçeyên derbarê paşvekişyana hêzên me yên çekdar li derdora Şamê bêbingeh in.
Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên sûrî tevî redkirina derbasbûna komên çekdar bo nav devera El-Qerîtînê li başûr-rojhilatê Humsê, nûçeyên derbarê rawestandina geştên esmanî li firokexaneya Şamê bêbingeh dan zanîn.
Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê derbasbûna komên çekdar bo navçeya El-Qerîtînê li başûrê rojhilatê Humsê red kir.
Ji aliyê din ve, SANA Newsê ji zarê serokê şîrketa balefiran a Sûriyê ragihand: Firokexaneya navdewletî ya Şamê bi hemû şiyana xwe xebata xwe berdewam dike û tiştên ku hin medyayan derbarê rawestandina xebata wê ragehandine bêbingeh e.
Serokê şîrketa balefiran a Sûriyê got: Balafir li firokexaneyê ser erdê rûdinên û ji vê firokexaneyê radibin û diçin dervey welêt û rewş asayî ye.