Êrîşên Tirkiyê yên herî giran li ser bakûrê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338114-Êrîşên_tirkiyê_yên_herî_giran_li_ser_bakûrê_sûriyê
Artêşa Tirkiyê di dewama êrîşên xwe li ser bakûrê Sûriyê, hin navçeyên parêzgeha Helebê dan ber êrîşên herî giran ên asimanî û bi topan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2022 12:53 Asia/Tehran
  •  Êrîşên Tirkiyê yên herî giran li ser bakûrê Sûriyê

Artêşa Tirkiyê di dewama êrîşên xwe li ser bakûrê Sûriyê, hin navçeyên parêzgeha Helebê dan ber êrîşên herî giran ên asimanî û bi topan.

Tirkiyê di êrîşên xwe yên herî nû li ser bakûrê Sûriyê, gundê Şêx Îsa û hin baregehên leşkerî li rojhilatê Til Rifetê li bakûrê parêzgeha Helebê dan ber êrîşên asimanî û topan.

Li gorî vê raporê, Êrîşên Tirkiyê yên asimanî û bi topan li ser hin navçeyên bajarê Til Rifetê li bakûrê parêzgeha Helebê, wek êrîşên herî giran di destpêka operasiyona leşkerî ji aliyê vî welatî li bakûrê Sûriyê tên zanîn.

Ev di rewşekê da ye ku roja derbasbûyî jî hêzên Tirkiyê û mîlîtanên ser bi wan derdora parêzgeha Hesekeyê li bakûrê rojhilatê Sûriyê dan ber topan.

Hêzên Tirkiyê di saetên derbasbûyî da navçeyên Til Leben û El-Kozeliyeyê li rojavayê parêzgeha Hesekeyê dan ber êrîşên bi topan ku di encamê da hin xisar li binesazî û avahiyan ketin.