Êrîşên Tirkiyê ser bakûrê Sûriyê ji Şehba heta Tirbespiyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337836-Êrîşên_tirkiyê_ser_bakûrê_sûriyê_ji_Şehba_heta_tirbespiyê_berdewam_in
Artêşa Tirkiyê stasyoneke petrolê ya navçeya Tirbespiyê topbaran kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 25, 2022 07:31 Asia/Tehran
  • Êrîşên Tirkiyê ser bakûrê Sûriyê ji Şehba heta Tirbespiyê berdewam in

Artêşa Tirkiyê stasyoneke petrolê ya navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Li gorî nûçeya Hawarnews'ê (ANHA), Artêşa Tirkiyê stasyona petrolê ya li nêzî gundê Mele Ebas ê bakurê navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Hemwextî wê, herêma ku hat topbarankirin, ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve ku li girê nêzî sînorên di navbera herêmê û Tirkiyê de bi cih bûne, hat gulebarankirin.

Têkildarî ziyanên topbaranê tu agahî nehatin bidestxistin.

Ji aliyê din va, du gundên Zirganê û gundekî Şehbayê bi çekên giran hatin topbarankirin.

 Artêşa Tirkiyê saet di 08:00ʹan de gundên Dada Ebdal û Bobî yên navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.

Şevê din saet 01:33ʹyan jî gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê hat topbarankirin. Artêşa Tirkiyê her wiha gundê Um Hoş û bendava Şehbayê jî topbaran kir.

Li gorî nûçeyeke din ji vê ajansê, Artêşa Tirkiyê derdora gundên Mehrkan, Xwêlte, Girkê Şamo yên navçeya Tirbespiyê topbaran kirin.