Gelê Sûriyê rê li ber hêzên terorîst ên Amerîkayê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334744-gelê_sûriyê_rê_li_ber_hêzên_terorîst_ên_amerîkayê_digire
Niştecihên du gundên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê li derbasbûna karwanên hêzên terorîst ên Amerîkayê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Gelê Sûriyê rê li ber hêzên terorîst ên Amerîkayê digire

Niştecihên du gundên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê li derbasbûna karwanên hêzên terorîst ên Amerîkayê girtin.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA îro danê sibê ragihand ku rûniştiyên gundên Tel Eswed û Hemo rê li ber derbasbûna du karwanên hêzên dagîrker ên Amerîkayê girtin û ew neçar kirin ku vegerin.

Di mehên dawî de, gundewarên Sûriyê gelek caran bi danîna berbendan li ser riyan û çêkirina zincîreyên mirovî û bi îmkanên herî kêm ên wekî alavên çandiniyê, rê li ber derbasbûna karwanên leşkerî û lojîstîk ên Amerîkî girtine.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad herî dawî bang li dagirkerên Amerîkî kir ku demildest ji Sûriyê derkevin û tekez kir ku hebûna Amerîka li Sûriyê neqanûnî ye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Tirkiye, Emerîka û hevalbendên wan piştgiriya wan dikin, ji bo guhertina hevkêşeyên navçê li gor berjewendiya Rejîma Siyonîstî destpê kir.