Hêzên Tirkiyê santraleke elektrîkê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334121-hêzên_tirkiyê_santraleke_elektrîkê_topbaran_kirin
Hêzên Tirkiyê, santrala elektrîkê û herdu bajarokên Til Temir û Zirgan li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2022 13:30 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê santraleke elektrîkê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê, santrala elektrîkê û herdu bajarokên Til Temir û Zirgan li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Li ger çavkaniyên xwecehî, îro 22ê Gûlana 2022ê, Hêzên Tirkiyê bingeheke elektrîka bajarokê Til Temir û gundên Derdare, Til Şenan, Til Cimia, Ayêbiş û herwiha gundên Til el-Werd û Xirbt Şeyîr li bajarokê Zirgan ên bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.

Medyaya nêzîkî kurdên Sûriyê ragihand ku hêzên Artêşa Tirkiyê  gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê, Til Şenan ê Asûran ê li bakur rojhilatê Til Temirê, Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê, gundê Xeybiş ê li başûr rojavayê navçeyê û stasyona elektirîkî ya Til Temirê, topbaran dike.

20ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî yên di navbera herdû bajarokên Til Temir û Zirganê de li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kiribûn.