Zanîngeha Firatê ya Hesekê careka din hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333817-zanîngeha_firatê_ya_hesekê_careka_din_hat_vekirin
Rêveberiya Zanîngeha Firatê ragihand, piştî navbereke sê mehan ji ber şer û aloziyên li Hesekê ku xwendin li zanîngeh û peymangehan hatibûn ragirtin, niha careke din ezmûnên nîvê sala yekem a xwendinê destpê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2022 16:33 Asia/Tehran
  • Zanîngeha Firatê ya Hesekê careka din hat vekirin

Rêveberiya Zanîngeha Firatê ragihand, piştî navbereke sê mehan ji ber şer û aloziyên li Hesekê ku xwendin li zanîngeh û peymangehan hatibûn ragirtin, niha careke din ezmûnên nîvê sala yekem a xwendinê destpê dikin.

Li gor Ajansa Sana ya Sûriyê, Rêveberê Zanîngeha Firatê ya Hesekê Cemal Ebudullah ragihandiye ku dê dema destpêkirina ezmûnan di heftiya pêş de were destnîşankirin û dê ser programa ezmûnan gotebêj bikin ku dema wê bo xwendekarên derveyi parêzgehê jî guncaw be.

Cemal Ebdullah dibêje, amadekarî bo ezmûnan ji aliyê dabînkirina salon, kadroyên mirovî û herwiha ewlekariya cihên ezmûnan jî hatine kirin.

Wek tê zanîn Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî berî sê mihan ezmûnên zanîngeh û peymangehên parêzgeha Hesekê ji ber aloziyên di Girtîgeha Sinaeyê de û şerê di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de rawestandibû.