Li Hesekê 8 kes ji ber bordûmana Tirkiyê birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333095-li_hesekê_8_kes_ji_ber_bordûmana_tirkiyê_birîndar_bûn
Li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatrê Suriyê di encama bombebarana Tirkiyê de 8 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2022 01:18 Asia/Tehran
  • Li Hesekê 8 kes ji ber bordûmana Tirkiyê birîndar bûn

Li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatrê Suriyê di encama bombebarana Tirkiyê de 8 kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, derengiya şeva borî droneke Tirkiyê mala welatiyekî sivîl li bajarokê Ebû Rasîn yê Hesekê kir armanc û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di heman dema êrîşa bi dronê de, komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve gundê Esediyê li heman navçeyê topbaran kirin û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hene.

Li gor zanyariyan, ji encama topbarana li ser gundê QSê de, gundiyan malên xwe bi cih hîştin.