Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Koronayê ketin
Hezîran 23, 2021 17:04 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê an bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesên bi Koronayê (Covid-19) ketine 18 mêr û 21 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 8
Qamişlo: 2
Dêrik: 5
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 3
Reqa:10
Tebqa: 6
Minbic: 2
Şehba: 1
Kampa Holê: 1
Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên Koronayê 3 kes jî baş bûne.
Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 435 kesan; ji wan 761 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 816 kes jî baş bûne.