Tirkiyê duyemîn baregeha mezin a leşkerî li Idliba Sûriyê ava kir
Adar 19, 2021 11:57 Asia/Tehran
Tirkiyê duyemîn baregeha xwe ya mezin a leşkerî li parêzgeha Idliba Sûriyê ava kir.
Li gorî rapora kanala Meyadînê, Ev baregeh ku li derbasgeha sînorî ya Bab El-Hewa hatiye damezirandiun, dê baregeha sereke ya hêzên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê be.
Tê gotin di vê baregehê da sekûyên avêtina mûşeka dûrbirr, 700 erebeyên leşkerî û pergalên radarî ku seranserî vê navçeyê digire bin sîvana xwe, hatine bicihkirin.
Artêşa Tirkiyê bi mehneya têkoşîn aidjî têrorîstan, ev çend sal in ku hin navçeyên Sûriyê dagir kirine û komeke çekdarên Tirkiyê hema wisa li van navçeyan in.