Artêşa Sûriyê êrîşî ser têrorîstan li derdora Idlibê kir
Mijdar 13, 2020 20:50 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Sûriyê baregehên komên têrorîst li derdora Idlibê bi topên hawanê dane ber êrîşê.
Li gorî IRIB Newsê, Di vê operasiyonê da baregehên têrorîstan li Deyr Subolê li derdora Idlibê ketine ber êrîşa topên hawanê.
Artêşa Sûriyê ji hefteya bihurî va operasiyona xwe li başûr û başûrê rojhilata Idlibê destpê kir. Armanca hêzên sûrî, azadkirina vê parêzgehê ji destê çeteyên têrorîst e.
Parêzgeha Idlibê wek dawîn navenda Têrorîstan li Sûriyê tê zanîn.