Li Girê Spî teqîneke mezin qewimî: 39 kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310176-li_girê_spî_teqîneke_mezin_qewimî_39_kuştî_û_birîndar_hene
Li nav bajarokê Silûlkê yê ser bi bajarê Girê Spî ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, teqîneke mezin qewimî û li gor agahiyên destpêkê gelek kuştî û birîndar hene.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tesrîn 10, 2019 14:53 Asia/Tehran
  • Li Girê Spî teqîneke mezin qewimî: 39 kuştî û birîndar hene

Li nav bajarokê Silûlkê yê ser bi bajarê Girê Spî ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, teqîneke mezin qewimî û li gor agahiyên destpêkê gelek kuştî û birîndar hene.

Îro li bajarê Girê Spî teqînek mezin qewimî. Li gor agahiyan, teqîn li navenda bajarokê Silûkê pêk hatîye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 9 kes hatine kuştin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne.

Tê gotin, egera zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran heye, ji ber ku bi sedema teqînê gelek avahîyên derdorê rûxiyane û dibe ku gelek kes di bin kavilan de mabin.

Pêştir jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berpirsatiya teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibe û malbatên çekdarên biyanî li şûna wan bicih bike.