May 22, 2023 17:24 Asia/Tehran
  • Li Efrînê çekdarên el-Hemzat 1400 darên hinaran birrîn

Li navçeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve 1400 darên hinaran birrîn.

Li gor çavkaniyên herêmî, li navçeya Şêrawa ya Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê 400 darên hinaran qut kirine.

Çavkaniyan diyar kirin, ku ew dar ên du welatiyên xelkê gundê Eyn Darê bûne ku 800 dar ên welatiyê bi navê Nîhad Hisên Hemkê û 600 darên din jî yên Ebdo Reşîd Seydo ne.

Li gor heman çavkaniyan, piştî birrîna daran ji aliyê çekdarên el-Hemzat ve, çekdaran ew dar birine gundê Basûte û piştî wan hişk dikin li bazarên Efrîn û Ezazê difiroşin.

Li gor raporeke hevbeş a Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê û Komeleya Lîlûn'ê bo Qurbaniyan ku 12ê Nîsana 2023an belav kiribûn, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li 114 cihên Efrînê dar birrîne.

Li gor çavkaniyên bakûr rojhilata Sûriyê, ji destpêka sala 2023an û heta niha grûpên çekdar ên girêdayî bi Tirkiyê 5 hezar û 258 dar li hemû navçeyên Efrînê birrîne.

 

Serepeyv