Adar 18, 2023 09:42 Asia/Tehran
  •  HSDê nasnameya kesên di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane eşkere kir

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) nasnameya endamên xwe yên ku di ketina 2 helîkopteran de li Duhokê canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, di encama jordaketina du helîkopterên ku li Duhokê ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê ((YAT)) yên wan canê xwe ji dest dane.

HSDê herwiha ragihand ku ew endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê çûbûn Silêmaniyê û helekopterên ew tê da ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

Serfermandarê HSDê Mazlûm Ebdî wêneyên endamên YATê yên di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane parve kir û li rûpela xwe ya Twîtterê ragihand: “Endamên hêzên me yên Taybet ên Dijî Terorê (YAT) 9 şervanên me ku di nav wan de fermandarê yekîneyê Şervan Kobanî jî hebû, dema ku di çarçoveya bernameya çalakiyên hevbeş ên li dijî DAIŞê de ber bi Herêma Kurdistanê ve diçûn canê xwe ji dest dan.”