Adar 18, 2023 09:20 Asia/Tehran
  • 8 terorîstên Desteya Tehrîr ul Şamê li Sûrîyê hatin kuştin

Di encama pevçûna di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û komên çekdar da li bakur-rojavaya vî welatî, 8 terorîst hatin kuştin.

Li gorî rapora çavkanîyên sûrî, çend terorîstên ser bi Desteya Tehrî ul Şamê hewil didan bikevin navendeke artêşa Sûrîyê li derdora başûra Idlibê ku di navbera wan û hêzên artêşê da pevçûn derket û di encamê da 8 terorîst hatin kuştin.

Li gorî agahîyan, Hêzên artêşa Sûrîyê karîn bi şopandin û xefikdanîna deqîq bi saya piştgirîya hêzên meydanî, wê komê nas bikin û têk bibin û ji hêla din va hêzên piştevan ên koam ser bi Desteya Tehrî ul Şamê jî bidin ser top û mûşekan. 

Devera Kêmkirina Gêreyê ku Idlibê û hin deverên parêzgehên Heleb, Hema û Laziqîyê digire ber xwe, dawîn sitargeha terorîstên Desteya Tehrî ul Şamê tê hesêb.