Adar 16, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Sûrîyê mercê hevdîtina bi Serokkomarê Tirkîyê ra aşkira kir

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku ew amade ye tenê piştî vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, ligel Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan bicive.

Serokkomarê Sûriyê li ser pirseke nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Sputnik’ê têkildarî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkîyê ra got: ‘‘Hevdîtina bi Receb Teyyîb Erdogan ra maye ser vê yekê ku rewş bigihêje wê qonaxê ku Tirkiye bi rengekî zelal û bê dudilî ji bo vekişîna tam ji axa Sûriyê, ji rawestandina piştgiriya ji terorê re; û vegerandina rewşê bo berî destpêkirina şer li Sûriyê re amade be.

Bişar Esed pêgirî kir ku heke ev mercana pêk neyên, wê hevdîtinê çi qîmet û xêrek heye û çima divê were pêkanîn?

Artêşa Tirkîyê bi heceta sekinîna himberî terorîsmê nêzî 3 salan ee ku hin deverên bakur û bakur-rojhilatê Sûrîyê dagir kirine û hejmarek hêzên artêşa Tirkîyê hela jî li wan navçeyan dimînin.

Dewleta Şamê herwiha dibêje ku Tirkîye piştgirîyê dide komên çekdar û terorîst ên li deverên dagirkirî.

 

Serepeyv