Adar 12, 2023 09:42 Asia/Tehran
  •  Pêkenê careka din xwest ku hêzên amerîkî ji Sûrîyê derkevin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê himber seredana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê ya bnkeya leşekrên vî welatî ya li bakur-rojhilata Sûrîyê bertek nîşan da.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Nîng di civîneke çapemenîyê da got: Ji dema ku amerîka bi awayekî neyasayî derbasî Sprîyê bûye, di encama operasyonên wî welatî da gellek sivîlên bê guneh hatine kuştin û karesateke ciddî ya mirovî qewimîye, lewma em ji Amerîkayê dixwazin ku bi rastî rêzê li serwerî, serxwebûn û yekperçetîya axa welatên din bigire û demlidest bicihbûna neyasayî ya leşkerên xwe û talankirina Sûrîyê rawestîne.

Wê herwiha ji rayedarên amerîkî xwest ku boykotên neyasayî yên yekalî dijî Sûrîyê rake û karên dibin sedema giranbûna rewşa mirovî li vî welatî, rawestîne.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê jî di daxûyanîyekê da, seredana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê ya binkeya leşkerî ya neyasayî ya vî welatî li bakur-rojhilata Sûrîyê bi tundî şermezar kir û ew kara binpêkirina aşkira ya serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê zanî.