Tebax 06, 2022 22:33 Asia/Tehran
  • Li Qamişlo otomobîle teqiya, 3 kes ji wan zarokek hatin kuştin û çend kes birîndar bûn

Li bajarê kurdî yê Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, otombîlek teqiya û li gor zanyariyên destpêkê zarokek di nav de 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku li navçeya pîşesazî ya Qamişlo, otomobîlek teqiya û li gor zanyariyên destpêkê, sê kesan canê xwe ji dane ku zarokek jî di nav wan de ye û çend kes jî birîndar bûn.

Hinek çavkanî jî behsa birîndarbûna sê kesan li nêzîkî benzînxaneya Hisko dikin ji ber ku teqîn li wir çêbûye.

Li gor hinek çavkaniyên xwecihê droneke Tirkiyê otombîl kiriye arman, lê heta niha ji aliyê saziyên fermî vê ev yek nehate piştrastkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ser bi Rêvberiya kurdên Sûriyê ve jî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku otombîlek teqiya, di encamê de ziyanên madî û mirovî di nav sivîlan de hebûn, di heman demê de hêzên kurd dest bi lêkolînan kirin ji bo destnîşankirina sedema teqînê.

Serepeyv