May 13, 2022 18:23 Asia/Tehran
  • 26 hêzên berevaniya xwecihî yên artêşa Sûriyê li Helebê hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama êrîşa bi roketan a kesên çekdar li ser mînîbûsa hilgira hêzên berevaniya xwecihî yên artêşa Sûriyê, 12 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

Li vê êrîşê, hêzên berevaniya xwecihî li nav taxên Nebel û El-Zehrayê di halê veguhezîna ji cihê pevçûnê li bereya Eyn Careyê li rojavayê parêzgeha Helebê ketin ber êrîşê.

Çeteyên koma terorîst a Heyeta Tehrîra Şamê ev êrîş pêk aniye; Lê tevî vê yekê, çavkaniyên fermî hîn tu raporek di vî warî da neweşandiye.

Ev êrîş di halekî da pêk hat ku sê meh berê jî terorîstan bi danîna bombeyekê li mînîbûsa hilgira leşkerên Sûriyê li Şamê 11 kes birîndar kirin û 1 jî kuşt.

Çend meh beriya niha jî teqîneke wiha li paytexta Sûriyê qewimîbû.

 

 

Serepeyv