Cotmeh 12, 2021 14:56 Asia/Tehran
  • El-Miqdad: Sûriye dê dijî destdirêjî û terorîsmê têbikoşe

Wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Şam bi hemîhêza xwe dê li dijî hemî cûreyên dagirkerî, destdirêjî û terorîsma Amerîka, Tirkiye û Rejîma Siyonîst raweste.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya televîziyona El-Exbariyeyê, Feysel Miqdad, Wezîrê karên derve yê Sûriyê di civîna Tevgera Qeydnenasan li Bilgrada paytexta Sirbistanê da li ser azdkirina erdên dagirbûyî yên Sûriyê tekez kir û got ku Şam dê bikaranîna mafê xwe yê qanûnî di warê şerê dijî terorîsmê da bidomîne.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê di beşeke din a gotinên xwe da got: Dagirkerên tirkiyeyî jî bi wergirtina terorîstan ji seranserî cîhanê jibo wêrankirina Sûriyê û zexta li wî welatî bi riya terorîsma avî û qutkirina ava binkeya Elûkê bo caara bîst û heştem a lipeyhev û kêmkirina ava Çemê Firatê li ser Sûriyê ku bandor li ser jiyana bi miliyonan welatiyên sûrî kiriye, hewil didin û vê mijarê jibo cihanîna zêdexwaziyên xwe yên koledarane bi kar tînin.

 

 

Serepeyv