Hezîran 09, 2021 18:26 Asia/Tehran
  • Ji destpêka 2021’an ve li Efrînê 21 sûcên kuştinê hatin belgekirin

Tora Çalakvanên Efrînê 21 sûcên kuştinê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ve li dijî Kurdên li herêma Efrînê ya dagirkerî di destpêka 2021`an de hatine kirin, belge kirin. Di nav kuştiyan de zarok û jin jî hene.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li gorî rapora ku ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê ve hatiye amadekirin, sûcên ku ji destpêka sala 2021`an ve û heta dawiya meha Gulana borî hatine kirin û kesên ku sûc li dijî wan hatine kirin, bi nav û wêneyan hatine belgekirin.

Torê di destpêka rapora xwe de got: "Zêdetirî 3 salan di ser dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ve derbas bû. Dagirkeran di êrişên xwe de hemû cureyên çekên leşkerî bi kar anîn û çeteyên radîkal ji rêxistinên din wekî DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra jî anîn."

Di berdewama raporê de hate gotin: "Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê 18`ê Adara 2018`an ve û armanca yekemîn a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina sivîlan û tunekirina Kurdan di bajêr de ye."

Di raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirkiyê sûcan li dijî Kurdan di herêma dagirkirî de pêk tîne da ku dev ji warê xwe berdin. Şêwazên hedefgirtinê ji kuştin, revandin, îşkencekirin, tirs û binpêkirin da ku wan neçar bikin dev ji bajarê xwe berdin û derfetê bidin malbatên çeteyan ku mal û milkên wan desteser bikin.

Torê piştrast kir ku hejmarên hatine belgekirin teahiya sûcên dewleta Tirkiyêeşkere nakin, ji ber ku li Efrînê derfetê nadin dezgehên çapemeniyê ku rastiyê eşkere bikin.

Serepeyv