Hezîran 08, 2021 15:06 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqînek pêkhat

Li bajarê dagîrbûyî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê teqînek pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan ên herêmî îro danê sibê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên çavkaniyên nûçeyan, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûye û ziyan tenê madî bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çete ve, car caran teqîn rû didin û di encamê de jî piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Serepeyv