Hezîran 07, 2021 20:16 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 25 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Qamişlo û 4 kes li Reqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 25 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 5 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê, 11 kes li Dêrezorê û 2 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand jî, 8 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18061 kesan, ji wan 1837 kes baş bûne û 735 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv