Hezîran 06, 2021 23:48 Asia/Tehran
  • Li bakurê Sûriyê 4 otomobîlên bombekirî teqiyan

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku çar otomobîlên bombekirî li rojhilatê parêzgeha Helebê ya Sûriyê teqiyan.

Li gorî Al-Mayadîn, çar teqîn şeva Şemiyê li çend deverên bajarê Cerablusê li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê qewimîn, ku ji hêla hêzên Tirkiyê ve dagir bûye û wekî devera operasiyona "Mertalê Feratê" dide zanîn.

Hîn ti nûçeyek derbarê kuştî û birîndarên ji ber van teqînan belav nebûye.

Ji sala 2016 ve, arteşa Tirkiyê û çeteyên wê di du operesyonan de yên bi navê Mertalê Firatê û Çiqlê Zeytûnê, 4,000 kîlometre xaka Sûriyê dagir kir, Efrîn û bajarên El-Bab, Ezaz û Cerablus jî di nav de ne.

Serepeyv