Hezîran 06, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Hejmarek çeteyên Tirkiyê li derdora bajarê Til Temira Sûriyê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrişî xaleke çeteyên girêdayî Tirkiyê li bakurê rojavayê bajarê Til Temirê kirin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyên ser opozisyona Sûriyê, hêzên HSDê li bajarokê Til Temir ê bakurê Sûriyê êrîşî xaleke çekdarên grûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê kirine û di êrîşê de, hejmarek çekdarên grûpa navborî kuştine û hejmareke din birîndar kirine.

Li gorî heman çavkaniyan, şeva çûyî jî hêzên HSDê otomobîleke çeteyên heman grûpê kiribûn armanc û di encam de hejmarek çete hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Serokê Îtîlafa opozisyona Sûriyê Nesir el Herîrî, di twîtekê de eşkere kiriye ku çeteyên kuştî ji taxa Baba Emro ya bajarê Himsê ne.

Hêzên Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi artêşa tirk car bi car gundên li navçeyê topbaran dikin.

Serepeyv