Hezîran 05, 2021 18:38 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirkirî: Zarokeke Kurd bi topbarana Tirkiyê canê xwe ji dest da

Roja înê, bi şev, hêzên Tirkiyê gundê Kilotê li navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin û di encam de zarokekê canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Rûdawê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov- Efrîn Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja înê, bi şev, hêzên Tirkiyê gundê Kilotê topbaran kirine.

Şêxo diyar kir ku di encama topbaranê de, zaroke temen 14 salî bi navê Zêneb Ibrahîm Hisên canê xwe ji dest daye û bavê wê Ibrahîm Hisên, 51 salî, û birayê wê Bekir Ibrahîm Hisênê 11 salî, birîndar bûne û li nexweşxaneya bajarokê Zehraa tên çareserkirin.

 

 

Serepeyv