Nîsan 08, 2021 20:36 Asia/Tehran
  • HRE: 14 leşker û çekdar hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şer, pevçûn û êrişên li dijî artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wî welatî ve li herêma Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji 19’ê Adarê heta 7’ê Nîsanê di çalakiyên şervanên wê  de 9 leşkerên artêşa Tirkiyê  û 5 çete hatin kuştin û 12 çete û leşker jî birîndar bûn.

HRE di vê daxyaniyê de ragihand: “Artêşa Tirkiyê a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember vê yekê roja 19’ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê çalakiyeke encam da 2 çete kuştin û çeteyek jî birîndar kir”.

Herwiha HRE  dibêje: Roja 20’ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin. Roja 24’ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê jî di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.

Roja 28’ê Adarê, li bajaroka Marê li hember baregeheke artêşa Tirkiyê çalakiyek taybet hat lidarxistin ku di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 noqteyên leşkeran hatin rûxandin û heman rojê, li gundê Celemê yê Cindiresê jî di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

HRE roja 7’ê Nîsanê li Mareyê êrişî baregeheke din a artêşa Tirkiyê kir û leşkerek kuşt û 3 leşker jî brîndar kir û seyareyeke wan rûxandin.

Artêşa Tirkiyê roja 7’ê Nîsanê de deverên kurdan bi giranî bombebaran kirin ku di encama de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn ku zarokek jî tê de bû. Li hember vê yekê, hêzên HRE roja 7’ê Nîsanê çalakiyek taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirkiyê hat lidarxistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn.”

Serepeyv