Nîsan 07, 2021 21:25 Asia/Tehran
  •  YAT’ê 31 terorîst li kampa Holê girtin

Fermandarên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ragihandin ku di 47 operasyonên serdegirtinê ya li Kampa Holê de 31 terorîst ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî girtin, di nav de 8 jin hene û operasyon hîna berdewam e.

Ji dema bidawîbûna Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de, operasyonên taybet ên ku YAT`ê li Kampa Holê dane destpêkirin, berdewam in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Adarê de pêvajoya yekemîn a Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" dan destpêkirin. Di encama vê Operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 125 çete di nav de 20 serçete girtin. Piştî 5 rojan di 2`yê Nîsanê de operasyon bi dawî bû.

Li gorî fermandarên YAT`ê yekîneyê di 4 rojên borî de 31 terorîst ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî di nav de 8 jin hene girtine.

Fermandaran da zanîn ku YAT`ê li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê di encama lêpirsînên bi çeteyên ku di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de hatine girtine de û bi wan re parve kirine, operasyonên xwe pêk anîne.

Hinek ji çeteyên ku hatine girtin, ji berpirsên bûyerên kuştin, tirsandinê ne, hinek jî berpirsên belavkirina fikirê tundraw ê DAIŞ`ê ne û jinên DAIŞ`î jî di Dîwana Hesbê de kar dikin û hinek din jî berpirsên peydakirina çekan in.

Di operasyonan de serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê û berpirsê şaneyên di nava kampê de Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) û serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê Qusey Mihemed (Ebû Kirar) hatin girtin.

Kampa Holê bi xetertirîn kamp li cîhanê ye. Malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî tê de dimînin. Her wiha jinên DAIŞ`î hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, bûyerên kuştinê pêk bînin û fikirê tundraw ê DAIŞ`ê belav bikin.

Serepeyv