Sibat 23, 2021 12:16 Asia/Tehran
  • HSD: 3 çeyên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) ragihandin ku di encam şerê di navbera hêzên wan û grûpên girêdayî Tirkiyê de 3 çekdar hatine kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyê êrîşên xwe bo ser bajarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kirine.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê gundên el Huriye, Hoşan, Xalidiye û riya M4 kirine armanc.

Di encama şer û pevçûnan li ser mihwerê Hoşan û Xalidiyê 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirkiyê a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kir. Di wan êrişan de bi taybet gundên Huriyê, Hoşan, Xalidiyê, û rêka M4 hatin hedef girtin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersivê wan êrişan dan. Di encama bersivdayinê de, li xeta Hoşan û Xalidiye pêvçûn qewimîn. Di wan pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Topbarana li ser herêmê berdewam dike.”

Ji aliyekî din ve, topxana artêşa Tirkiyê çend gundên bi ser Girê Spî jî bi tundî topbaran kirine.

Serepeyv