Tebax 01, 2020 18:28 Asia/Tehran
  • MSD'ê ji bo çareseriya krîza sûrî amadekariya kombxebateke giştî dike

MSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo xurtkirina jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsî dê destê bi diyalogan bi nûnerên gelê Sûriyê, ji rewşenbîr, akademîseyan û şêx û rûspiyên herêmê bike û di encam de komxebateke giştî li darbixe.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Meclîsa Sûriya Demokratik (MSD) di daxuyaniyek nivîskî de destnîşan kir ku ew ji bo çareseriya krîza Sûrî amadekariya komxebateke ku hemû alî bikarin tê cih bigirin, dikin.

Di daxuyaniya MSD’dê de hat gotin ku ew ji despêkê de heya roja îro ji bo çareseriyê kar û xebat dikin û ji bo vê jî gelek caran hem bi rêveberiya hukumeta sûrî re hem jî bi gelek aliyên din re hevdîtin pêk anîne. MSD destnîşan kir ku tekanê rêyên çareseriya krîza sûrî esasagirtina îrada gelên sûrî ye.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Ji bo diyaloga sûrî di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Ber bi hevgirtinek û hevkariyek bêtir li hember gefên li ser ewlehiya herêmê ve.

Pêwîstiya veguherînên mezin bi helwestên berpirs, nirxandeke rast ji bûyeran re û dîtinek berpirs heye, da ku pêşeroja avaker di welatekê de bê avakirin.

Diyalog rêya pêşkêşkirina fikran e. Guhertin bi rêya însiyatîfên rast pêk tê. Dema rewşa aloztir bû me çareseriya leşkerî ya di navbera gelê Sûriyê de red kir. Me çareseriya siyasî ya ku li ser bingeha diyalog û dan û standinê ava dibe destnîşan kir. Ji bo wê me gelek kongre û komxebat lidar xistin û gelek diyalog bi aliyên Sûriyê re ji tevahiya çînan dan destpêkirin.

Em bi nûnerên hikumetê li Şamê zêdetirî carekê rûniştin da ku bigihêjin lihevkirinan ku hemû jê razî bin û hêviyên gelê Sûriyê di şoreşa azadî, rûmet û vegera mafan de pêk bînin

Gelê herêmê berpirsyariya xwe bi cih anî û rola xwe bi awayekî erênî lîst, da ku yekitiya herêmê biparêzin. Ev yek jî bi saya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, pêk hat.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe ya pêşeng di bicihanîna pergala nenavendîbûn û demokratîk lîst. Hewl da jiyanek bi rûmet ji welatiyan re ruxmî dorpêça ku ji gelek aliyan ve di nav de dewleta Tirkiyê y a ku hertim gefan li herêmê dixwe jî, heye peyda bike. Dewleta Tirkiyê hindek herêm ji axa Sûriyê dagir kirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk wek çarçoveyek siyasî bi QSD û Rêveberiya Xweser re xebatên xwe domand û banga diyalogê kir. Her wiha hewl da partî û aliyên gel û pêkhateyên Sûriyê bi rêya kongre û werşeyên kar ên domdar nêzî hev bike. Ev xebat hevgirtinek û nêzîkbûnek bi dest xist û hewldana lidarxistina kongre û komxebatên di vî warî de berdewam in.

Ji bo nêzîkbûn û tevlibûnek bêtir, Meclisa Sûriya Demokratîk dê komxebatên din ji nûnerên gelê Sûriyê ji rewşenbîr, akademisyan û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re lidar bixe."

 

 

Serepeyv