Tîrmeh 11, 2020 10:19 Asia/Tehran
  • Moldavya: Bi qaçaxî helîkopter çêkirin!

Li dinyayê hin tişt diqewimin mirovan dibehicînin, li Moldovayê jî tiştek wisa çêbû: Bi awayekî qaçaxî helîkopter çêkirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li gor nûçeya Fehimcan Şîmşek a di Medyascope de, li Moldovyayê Dozgeriya Têkoşîna bi Sûcên Organîze re û Mufetîşiya Giştî ya Polîsan 7'ê vê mehê, li herêma Criuleni bi ser fabrîqeyekê de girtin ku li wir bi qaçaxî Helîkopterê KA-26 ê bi şiklê Sovyetê çêdikirin.

Wezareta Karên Hundir a Moldovyayê li ser meseleyê ev daxuyanî daye: "Polîsan eşkere kir ku komek baş organîze bûyî bi awayekî qaçaxî helîkopter çêdikirin." Wezaretê got ku bi awayekî qaçaxî dê ev helîkopter li welatên Sovyeta berê bihatana firotin.

Di operasyonê de deh helîkopterên ku di astên cur bi cur hatin bi dest xistin. Polîs dibêje îhtîmal e piraniya kesên di vî karî de dixebitin ji herêma Transdinyester bin ku ev herêm bi yek alî serxwebûna xwe ji Moldovyayê ragihandiye.

Li ser vê operasyonê der barê hin kesan de lêpirsîn hatiye kirin lê nehatiye gotin ku ev çend kes in. Li gor zagonên Moldovayayê bersûc ger ceza bixwe di navbera 3 an 10 salan de dê cezayê hepsê lê bê birîn.