Tîrmeh 05, 2020 20:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Çemê Firatê kiriye rûbareke biçûk

Medyayekî ereb-ziman aşkira kir ku Tirkiyê vê dawiyê çemê mezin ê Firatê ku derbasî nav axa Sûriyê dibe, veguherandiye rûbareke biçûk a avê ku zarokên sûrî têda avjeniyê dikin, bêyî ku bejna wan tam li nav avê be.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Rojnameya 'Independet' a Erebî bi navê '¤Tirkiyê Çemê Firatê kiriye rûbareke biçûk' nivîsiye: Tirkiyê vê dawiyê çemê mezin ê Firatê ku derbasî nav axa Sûriyê dibe, veguherandiye rûbareke biçûk a avê ku zarokên sûrî têda avjeniyê dikin, bêyî ku bejna wan tam li nav avê be.

Li gorî vê medyayê, Îlham Ehmed, Seroka desteya cihêner a Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) jî Tirkiye bi bikaranîna gişt amûran jibo zzexta li ser şêniyên xweser li bakur û rojhilata Sûriyê tawanbar kir û ragihand: "Enqere ava hêzgeha Elukê qut kiriye ku nîv miliyon kesî li bajarê Hesekeyê dike binbandorê. Tirkiyê bi avakirina bendavan li ser Çemê Firatê, jiyana 5 miliyon sûriyan xistiye ber xeterê."