Li Girê Spî komên ser bi Enqerê careke din bihev ketin, kuştî û birîndar hene
Tîrmeh 04, 2020 21:59 Asia/Tehran
Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî şer di navbera koma bi navê "Feyleq El-Mecid" û koma bi navê "Cehbet El-Şamiyê" yên girêdayî dewleta Tirkiyê rû dide.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyan ji hundirê herêmê diyar kir ku têkildarî belavkirina serweriyên li bajêr û gundên wê, di navbera koma bi navê "Feyleq El-Mecid" û koma bi navê "Cehbet El-Şamiyê" de şer rû dide.
Şer hîn jî berdewam e, birîndar û kuştiyên her du aliyan hene, lê heta niha hejmar ne diyar e.