Tîrmeh 04, 2020 19:30 Asia/Tehran
  • Amerîka li Hesekeyê baregeha asimanî vedike

Hêzên amerîkî tevgerên xwe jibo avakirina baregeha asimanî li navçeya Hesekeyê ya Kurdistana Sûriyê destpê kirine.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Sana Newsê, "Hêzên amerîkî tevgerên xwe jibo avakirina baregeha asimanî li navçeya Hesekeyê ya Kurdistana Sûriyê destpê kirine."

Sana Newsê nivîsiye ku Amerîka bi mebesta xurtkirina hebûna xwe li navçeyê û pêkanîna serdestiya tam li ser meydanên petrolê yên bakurê Sûriyê baregeheka nû ya asimanî li navçeyê ava dike.