Hezîran 30, 2020 23:28 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Ji bo zarokên Sûriyê pêwîstiya UNICEF’ê bi 575 milyon dolar heye

UNICEF’ê ragihand ku pêwîstiya wê bi 575 milyon dolarî heye ji bo domandina alîkariya zarokên Sûriyê yên ku hejmara wan digihêje nêzî 241 hezar zarokî.

Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kongreya çaremîn a Brukselê ji bo alîkariya pêdiviyên mirovî bidin hundirê Sûriyê û herêmên bicihbûna koçberan ên li welatên derdorê, li dar xist .

Di daxuyaniya rêxistinê de hate gotin ku ji bo dewamkirina dana alîkariyê ji bo  zarokên di hundirê Sûriyê de pêdiviya UNICEF’ê bi 575 milyon dolar heye, her wiha li dervayî Sûriyê jî pêwîst bi 241,2 milyon dolar heye da ku destekê bide perwerdeya zarokan.